2018-03-18 00:00:00

.

Komîsyona Bawerî û Gelan a Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK) li Amedê bi navê “Li Rojhilata Navîn ji bo jiyana bi hev re peyama îslamê û mafên me” panelek li darxist. Di panelê de Parlamanterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayhan Bilgen weke moderator, nivîskar û îlahiyatnas Ihsan Eliaçik, parêzvanê mafê mirovan Dr. Omer Faruk Gergerlioglu, parêzvana mavê mirovan û civaknas Seher Akçinar Bayar û Prof. Dr. Nurettin Turgay weke axaftvan beşdar bûn.

ELIAÇIK: LI TIRKIYE, ÎRAN Û SIÛDÎ JI ÎSLAMÊ DÛRKETINEKE MEZIN HEYE

Nivîskar û îlahiyatnas Ihsan Eliaçik di serî de axivî û got “Behsa nûjenkirina îslamê dikin, hinek li ser navê olê de fetvayan didin. Ol qet ji rojeva welat dernakeve. Di destê siyasetmedaran û dewlemendan weke amûrekê tê bikaranîn. Yekî ku dixwaze mirovan bixapîne dibêje ‘Xwedê, pêxember' û mirovan dixapîne. Ol tê îstîsmarkirin. Ol di destê van kesan de can dide. Li 3 welatan ji olê bi lez û bez dûrketineke mezin heye. Yek Erebîstana Siûdî, ya di Îran e û ya din jî Tirkiye ye. Her sê dewlet dibêjin ‘em li ser navê olê dixebitin û dê îslam bi me re belav bibe.' Li Tirkiyê jî dûrketineke mezin heye, hinek mirov ji mi di pirsin û dibêjin ‘îslam ev e? Ma pêxember wiha kiriye? Heger wiha be ez ne misliman im. Di rewşek wiha de ne pêkan e ku mirov behsa îslamê bike.”

‘AKP TEVLÎ SÛC BÛYE Û TIŞTÊ KU DIKE MANEVREYÊN SIYASI NE'

© SPUTNIK/ SERTAÇ KAYAR

Eliaçik anî ziman ku di îslamê de referansek ji bo jiyaneke bi hev re heye û ew jî ‘Peymana Medineyê' ye. Eliaçik wiha berdewam kir: “Dîroka îslamê îxanet li Peymana Medineyê kir. Dîroka îslamê dîroka xwe ne jîya ye, li cihê ku derket li Kerbela hat veşartin. Pişt re desthilatdarî derket. Piştî Kerbala ev kar xelas bu û paşê jî bi kirasê îslamê ji nû ve derket. Axaftinên li ser nûjenkirina îslamê ji bo sîyasetê ye. Dikare derkeve û bêje ‘nûjenkirin bi dawî bû'. Dikare bêje min tiştek wiha ne gotiye. Bawerî pê nabe. AKP piştî sala 2014an tiştek ne ma ku bide vî welatî. Tevlî sûc bûye û tiştê ku aniha dike manevrayên siyasî ne. Tiştê ku aniha tê jiyîn hemû zirar e. Kurd, erep, tirk û gelên di dikarin pergaleke konfederal bi hev re bijîn.”

GERGERLIOGLU: YEK EFENDÎ Û YEK JÎ KOLE BE, EW NE JIYANEKE BI HE VRE YE

Dr. Omer Faruk Gergerlioglu jî got “Baş xûya dike ku em veguherîne dewleta partiyê. Em dikarin bi hev re bijîn lê ev ne jiyanek bi hev re ye. Dema ku yek efendî û yek jî kole be ev ne jiyaneke bi hev re ye. Dûbendîya civakî zêde dibe. Rewşa awarte (OHAL) hat ragihandin û gelek kes mexdûr bûn. Peyama îslamê girîng e lê haya mislimanan jê tune ye.”

AKÇINAR: JI BO DESTHILATDARIYA XWE OLÊ WEKE AMÛREKÊ BIKAR TÎNIN'

© SPUTNIK/ SERTAÇ KAYAR

Civaknas Seher Akçinar Bayar jî ev tişt gotin: “Dema şer herî zêde jin zirarê dibînin. Di qada şer de her dem bedena jinê weke amûrekê tê bikaranîn. cenazeyê Dayika Taybet bi rojan li naverastê ma, ev di îslamê de gunehekî pir mezin e. Dîsa yê Cemila bi rojan di sarincê de ma. Cenazeyê dayika parlementera HDPê Aysel Tugluk, Hanim Tugluk ji bin axê derxistin, di cihanê de mînakeke wiha tune ye. Ev kes ên ku ji bo desthilatdarîya xwe li ser lingan bihêlin olê weke amûrekê bikar tînin. Li Efrînê operasyon tê li darxistin û di heman demê de li mizgeftan Sûreya Fetihê tê xwendin. Armanca Sureya Fetihê aştî û aramî ye lê ev bi armanc û wateyeke cûda dixwînin.”

krd.sputniknews.com

Yorumlar