11 Haziran 2019

KOCAELΠ– Li Fabrîqeya Tekstîlê ya Akpinar a Kocaeliyê di 7’ê Hezîranê de şewat derket û 4 karkerên penaber jiyana xwe ji dest dan. Têkildarî mijarê Parlamenterê HDP’ê Omer Faruk Gergerlîoglu diyar kir ku ev ne şewat e ev komkujî ye. Gergerlîoglu, anî ziman ku patronê fabrîqeyê AKP’î ye û ji ber vê yekê venêrtin nehatiye kirin.  Li Taxa Cumhuriyet a Navçeya Çayirova ya Kocaeliyê,  di 7’ê Hezîranê de di fabrîqeya depoya tekstîl û lojîstîkê ya 4 qatî de şewat derketibû û 4 karkerên penaber şewitîn û jiyana xwe ji dest dabûn. Serdozgerê komarê yê Gebze, têkildarî bûyerê lêpirsîn dabû destpêkirin û 4 kes binçav kiribûn. Piştî 4 kes sewqî dadgehê hatin kirin M.G. û F.A. hatin girtin. 2 kesên din bi şertê kontola edlî hatin berdan.  Piştî bûyerê derket holê ku karker bê qeyd û sîgorta hatine xebitandin. Parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlioglu têkildarî bûyerê lêkolîn kir û diyar kir ku di roja cejnê de jî febrîqe dane xebitandin û 30 karker li vir bûn. Gergerlîoglu, da zanîn ku tê zanîn ku şewat li beşa karkerên penaber derketiye û wiha got: “Li vir 4 karkerên penaber jiyana xwe ji dest dan. Karkerê agirkujê diyar kir ku li vir piştî şewatê 2 kesan hev hembêz kiribûn û şewitîbûn. Yek dayik û yek zaroka wê bû. Lê kes naxwaze navên xwe bidin. Balkêş e heta niha waliyê Kocaelî tu daxuyanî nedane. Di şewatê de 5 kes birîndar bûn. Li nexweşxaneyê dermankirina wan didome. Dîsa der barê bûyerê de biryara veşartina dosyayê anîne. Agahiyan nadin çapemeniyê. Dixwazin ser hin rastiyan bincil bikin.” 

 ‘NE ŞEWAT E KOMKUJÎ YE’ 

Gergerlîoglu,  da zanîn ku yekîne çûne li herêmê lêkolîn kirine û wiha berdewam kir: “Hevalên me li cihê fabrikeyê lêkolîn kirin. Dîtin ku ne qeza ye, raste rast komkujî ye. Li Tirkiye pirsgirêka herî mezin ewlehiya kar e. Karker bê ewle dixebitin. Mixabin Tirkiye di milê ewlehiya kar û tenduristiya karkeran de sersar e. Tedbîr û venêrtin nehatiye kirin. Hat diyarkirin ku patron AKP’î ye û ji ber vê yekê venêrtin nehatiye kirin. Der barê dosyayê de jî biryara veşartinê dane. Sedema vê yekê dixwazin rastiyan veşêrin û bincil bikin. Dixwazin karkeran bi keda erzan bidin xebitandin. Karkeran bi keda erzan didin xebitandin. Karkeran bê sîgorta bê ewle dixebîtin. Tê gotin ku li Tirkiye 1,5 milyon karkerên koçber ên qaçax hene. Ji vana tenê 50 hezar bi destûr û ewle dixebitin. Hat gotin ku pêpelok tune. Lê di lêkolînê de ji ber avahî tev bûbû xwelî me ev yek tespît nekir ku pêpeloka fabrîqeye heye ya na. Hat diyar kirin ku li baxçe hin tup hene û nêzî 15 teqîn çêbûne. ” Gergerlîoglu, bibîr xist ku heta niha rayedaran lêkolîn û lêpirsînek nekirine û xwest der barê bûyerê de lêpirsînek fireh bê kirn.

Mezopotamya

 

Yorumlar