25 Mart 2020
Omer Faruk Gergerlioglu dibêje encama pişkinîna kesekî 70ê salî li Girtîgeha Sîncanê pozîtîv bûye
Hewlêr (Rûdaw) – Parlamenterekî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ragihand ku encama testa vîrûsa koronayê ya kesekî 70ê salî li Girtîgeha Sîncanê ya Enqereya paytexta Tirkiyê pozîtîv bûye.
Parlamenterê HDPê yê Kocaelî Omer Faruk Gergerlioglu li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku encama pişkinîna kesekî 70ê salî li Girtîgeha Sîncanê pozîtîv bûye û rêveberê girtîgehê jî encama pişkinînê gihandiye wezaretê.
Gergerlioglu li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsiye: “Du hefte ye derbarê hestyarî û cidîyeta mijarê de hewl didin û me rewşa girtîgehan aniye rojevê, lê tenê em wan daxuyaniyan dibihîzin ku vê mijarê ciddî wernagirin.”
Parlamenterê HDPê derbarê wan îdîayan de daxwaza zelalkirinê dike ku behsa wê yekê dikin piştî belavbûna koronayê li Girtîgeha Bolu ya Tirkiyê, dest danîne ser hemû pêdiviyên paqijkirin û tendirûstiyê û derman nadin wan nexweşên ku berê rojane derman werdigirtin.
Yorumlar