24.03.2021

Mezopotamya

Parlamenterê HDP’ê Omer Faruk Gergerlîoglu ku wekîltiya wî hat betalkirin û Serdozgriya Komarê ya Engeqerê xwest di nava 10 rojan de teslîm bibe, diyar kir ku ev yek li dijî hiqûqê ye û ew teslîm nabe û got: “Ez ê heta dawî li ber xwe bidim. Ku tên dibin jî bila werin bibin. Ez li vir im.”   Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Omer Faruk Gergerlîoglu, piştî binpekirina mafên mirovan û îşkenceya tê kirin aşkere kir û teşhîr kir, AKP’ê ew kir hedefa xwe. Piştî AKP’ê Gergerlîoglu kir hedef û dadgehê ceza lê birî, Meclîsê wekîltiya Gergerlîoglu, betal kir. Gergerlîoglu, li dijî betalkirina wekîltiya xwe li meclîsê dest bi çalakiya “Nobeta Edaletê” kir û piştî çalakiya 5 rojan polîsan bi ser meclîsê de girt û Gergerlîoglu, di şeveqa sibê de binçav kirin. Tevî cilên şevê binçav kirin û destûr neda ku nimêja sibê bike. Li gorî Komîsyona Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (BM) bi sucdariya “Li dijî standartên navneteweyî” wekîltiya wî hat betalkirin.  Polîsan piştî Gergerlîoglu, binçav kirin di heman rojê de serbest berdan. Piştî hat berdan, Serdozgeriya Komarê, tebligat ji Gergerlîoglu re şand û bi hinceta cezayê wî yê darazê teqez bûye, xwest di nava 10 rojan de teslîm bibe. Gergerlîoglu, li dijî vê yekê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da. Gergerlîoglu, biryar da ku heta dadgeh biryarekê bide dê nobeta xwe berdewam bike.  Gergerlîoglu, têkildarî binçavkirina xwe û daxwaza girtina HDP’ê ji Ajansa me ya Mezopotamya re axivî.  Gergerlîoglu, anî ziman ku teblîgata ku Serdozgerê Komarê yê Kocaelî ji wîre şandiye gihiştiye destê wî û wiha got: “Dozger xwest di nava 10 rojan de biçim teslîm bibim. Di teblîgatê de tê gotin ku ez heta 10 rojan teslîm nebim dê der barê min de biryara girtinê derxin. Lê ez naçim teslîm nabim. Ji ber ku ev yek li dijî hiqûqê ye. Ev tê wateya ku vîna gel tê binpêkirin. Em tu carî li dijî vê yekê serî natewînin. Ev mijara rûmetê ye. Em ê heta dawî li ber xwe bidin. Bila ew bi xwe werin me bibin.”  

‘NAÇIM TU DERAN LI VIR IM’  

Gergerlîoglu, pirsa ‘Tu dê biçe dervê welat ya na? Tu dê çi bike?’ bersivand û got: “Ez naçim tu deran. Ez li vir im. Li Enqereyê me. Em ê bi roj li Navenda Giştî ya Partiya xwe ‘Nobeta Edaletê’ berdewam bikin. Ez ê bi şev li mala xwe bim. Cih û warê min diyar e. Lê em tu carî teslîm nabin. Gotin ‘Biçin dervê welat, li vir nebîme’. Ez hurmetê nîşanî van pêşniyaran didim. Lê ez vê yekê tercîh nakim. Ji ber ku emê li vir têkoşîna xwe berdewam bikin. Dê bedelê wê jî hebin. Girtîgeh jî hebin. Ez bawer dikim ku em bi civaka Tirkiyeyê re temas bikin û siyasetê bikin bêtir girîng e. Rêgezê me hene. Ji ber vê yekê em gavan paşve navêjin.” 

 ‘MIJAR SIYASÎ YE’ 

 Gergerlîoglu, da zanîn ku rewşek hiquqî tune û wiha lê zêde kir: “Çantê min amade ye. Lê bi destûra xwedê rojekê teqez emê vegerin. Em ê karê xwe berdewam bikin. Dema di 19’ê Sibatê de biryar aşkere kirin ez amade bûm. Raste yekem car tecrûbeya min a girtîgehê wê çêbibe. Berê ji bo çavdêriyê diçûm girtîgehan. Lê vê carê wekî girtî ezê biçim. Bê guman malbata min jî xemgîn dibe. Ji ber ku neheqiyek mezin heye. Gelê me xemgîn dibe. Li holê rewşek hiqûqî tune. Mijar siyasî ye.  

‘EZ HÊJ WEKÎL IM’  

 Gergerlîoglu, li ser rewşa xwe jî rawestiya û got: “Ez wekîlê millet im. Ez xwe hêj wekî wekîl dibînim. Mafê me xezp kirin. Lê ev li ser kaxizê ye. Milllet em hilbijratin. Ji ber vê yekê tenê millet dikare me ji peyvirê bigire. Mafê me xezp bikin jî em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Min bê cudakarî mafê her kesî parast. Niha jî her kes mafê min diparêze. Gel li dijî vê neeqiyê bi bertek in. Eger Tirkek mafê Kurdekî neparêze û Kurdek mafê Tirkikekî neparêze, Sunnî mafê Elewiyekî neparêze, Elewiyek mafê Tirkekî neparêze, em nikarin biçin cihekî. Em nikarin bi ser bikevin. Min wekî wekîlê gel ku mafê wî bi xezpê ji destê wî hatiye girtin, wekî endamê HDP’ê li ber xwe da. Sûcdariya dozger bê esil e. Ew der odeya koma partiya me ye. Hevalên min ez kirim mêvan. Ez bûm mêvanê wan û min destûr neda kezî aciz bikim. Me 4 rojên xweş derbas kir. Min çawa meclîs dagir kiriye. Ez ne wekîl bim jî ez endamê partiya xwe me. Ev çawa dibe dagirkerî? Kaşo me di 17’ê Adarê de li Lijneya Giştî dirdûşme berz kiriye. Tiştekî wisa tune ye. Serokê meclîsê li dervê ahlaq girteka derew daye girtin. Ev pir xerab e. Ev sûcdarî pir bê kok in.”  

 ‘DESTÛR NEDAN EZ CILÊ XWE LI XWE BIKIM’  

Gergerlîoglu, bal kişandr ser binçavkirina xwe û wiha lê zêde kir: “Polîsên hatin destûr nedan ez cilê xwe li xwe bikim. Ev nifrînek çawa ye? Kê fermanek wisa daye wan. Wisa xuya ye ku Serokê Meclîsê gotiye ‘Omer derdest bikin û bi pijamayê wî bibin. Ew polîs 2,5 salin dema me dibîne bişkovkên xwe li pêş me digirin. Çawa dibe di nava 3 rojan de muameleyek wisa li me bikin. Şimik di pêyê min de bû. Piyê min şil bû. Em wekî ba derxistin. Ji bo kes vê dîmenê nekişîne odeyên şêwirmendan kîlît dikin. Di bin çavan de wan pirsî min got. Min got û wan nivîsî. Lê piştre yekî balkêş hat û ‘Îfadeyê wisa binivîse’ Min got ev kîye? Lê bersîv nedan. Piştre 2-3 caran derket derve û hat. Xuya bu ku ji hin kesan ferman distend. Piştre hat li min nerî û got ‘Ev mijara girtina abdestê û heta hatina qereqola polîsan’ dê ji îfadeyê bê derxistin.’ Min got ev îfadeya min e wê çawa bê derxistin’. Çar pênc caran çû û hat û dawiyê girtek jê bir. Got ‘Ez wisa qelûl nakim’ Min dîsa got ‘Tu kiyê’ lê dîsa bersîv neda û ew îfadeya min jê bir. Min xwest girteka ku ew beş jê biriye binivîse û îmze bike. Lê ew jî îmze nekir.”   

‘XISTINA WEKÎLTIYA MIN Û DAXWAZA GIRTINA HDP’Ê NE ASAYÎ YE’  

Gergerlîoglu, bal kişand ser betalkirina wekîltiya xwe û daxwaza girtina HDP’ê û wiha berdewam kir:” Betalkirina wekîltiya min û daxwaza girtina HDP’ê ne tesadufî ye. Mehek e, piştî dadgehê ceza li min birî, li ser medya civakî xebatek dijber heye. Her kes dibêjin em li dijî vê yekê ne. Hemû mirovên aqîl ji Serokê Meclîsê re dibêjin ‘Vê biryarê nexwîne. Li benda encama Dadgeha Destûra Bingehîn be. Vê rezaletê îmze neke. Lê wî guhdar nekir û biryar xwend. Ev nayê yebûlkirin. Piştî dîtin ku HDP partiyek pir xurt e, der barê wê de doza girtinê vekerin û dixwazin bi vê yekê kriminalize bike. Xwestin kesên piştgiriyê didin wê bitirsînin. Xwestin bêjin hûn piştgiriyê didin Gergerlioglu lê ‘Ev partiya terorist e’ û re li pêşiya piştgiriyê bigirin. Ev rêbaza Goebbelsê ye. Vê biryarê bi Wekîlê Serokê Koma MHP’ê dan xwendin. Bi taybetî ev yek kirin. Xwestin bi vê yekê hezkirina li hemberî me bişkînin. Gotin ‘Em diyariya kongreyê didin we. Dixwazin ser meseleya Kurdan bigirin û partiya mafê Kurdan diparêzin jî dem û dûz bikin. Tunebûna HDP’ê ji bo meclîsê windahniyek pir mezin e. HDP’ê meseleya Kurd nekir meseleya Kurd. Kurd dibêjin mafe me binpê nekin. Îro tu Kurd nikare bêje cudakarî li min nehatiye kirin. Ji ber ku her Kurd bi cudakariyêre rû bi rû maye. Ji ber ku HDP heye an jî PKK heye, ev meseleya Kurd derneket holê. Ji xwe ev pirsgirêk berê hebû. Ji ber meseleya Kurd hebû HDP jî û PKK jî derket holê. Niha ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd li rêyeke digerin. Bi girtina HDP’ê nikarin meseleyê çareser bikin. Îro ev hat girtin, dê sibê partiyek din bê vekirin. Çend salin partiyan digirin, lê çareserî tune. ” 

 ‘MIN ENCAM BI DEST XIST’  

Gergerlioglu, herî dawî destnîşan kir ku ew bawer dike ku bi vê çalakiya nobetê encam girtiye û wiha bi dawî kir:  “Ez bawer dikim ku çalakiya min encam girtiye. Yên li hemberî me pir bêzar bûne. Di dîroka Komara Tirkiyeyê de yekem car li ruyê wekîlekî biryarê dixwînin û wekîltiya wî dixin. Wekî fermana îdama wî bixwînin. Ez meraq dikim ku Serokê Meclîsê çawa li xwe danî ev yek kir. Gotin hûnê derkevin. Min jî got ez dernakevim û min li ber xwe da. Me dirûşmeyên xwe berz kirin. Me daxuyanî da. Hemû medya neteweyî û navneteweyî em dîtin. Hemû cîhanê em temaşe kirin. Me li wir dengê xwe bilind kir. Ew têk çûn. Em bi ser ketin. Gelê me di pîrozbahiya Newrozê de li partiyê û li me xwedî derket. Gel li dijî daxwaza girtina HDP’ê û betalkirina wekîltiya min pir bi hêrs e. Binerin Newroza Amedê di salên dawî de Newroza herî bi coş û bê hempa bû. Dîsa li Wanê girseyek pir bi coş û kelecan hebû. Gel bersîv da vê yekê. Gel piştgiriyek pir mezin da. Em ji bo gelê xwe hene. Em çiqas ji bo wan xizmetê bikin hindik e.” 

Yorumlar