13 Mijdar 2021

Mezopotamya – Bêrîvan Altan

Parlamenterê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglu diyar kir ku guhertina navê “lêgerîna tazî” ne çareserî ye û got: “Divê ewilî ji bo çareseriyek rastî ji girtiyan û gel lêborîn were xwestin.”  Îbareya “lêgerîna tazî” bi navê “lêgerîna bi hûrgulî” hat guhertin. Guhertina vî navî di Rojnameya Fermî de li ser îmzekirina Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan ve hat weşandin.  Parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglu ku “lêgerîna tazî” xist rojeva Tirkiyê û parlamenter û rayedarên AKP’ê û dewletê heqaret li lê kiribûn.  

‘SER LÊGERÎNA TAZÎ NIXIMANDIN’  

Gergerlîoglu da zanîn ku sepana lêgerîna tazî li muxalîfan tê sepandin û got: “Armanca vê sepanê ew e ku rûmeta mirovan bişkînin, kesayetê tune bikin û telîm bigirin. Ev sepana lêgerîna tazî li qereqol, navendên binçavkirinê û girtîgehan berdewam dike. Bi vê sepanê dibêjin ‘ez dewletim û dikarim her tiştî bi te bikim û serê te li ber xwe bitewînim’. Min gelek lêgerînên tazî anî rojevê. Sala par min lêgerîna tazî ya li ser 30 xwendekarên li Ûşakê anî rojevê. Ser hemûyan niximandin.” 

‘DIVÊ LÊBORÎN WERE XWESTIN’  

Gergerlîoglû diyar kir ku guhertina vê rêziknameyê serkeftina parêzvanên mafê mirovan û berxwedana mexdûran bûye û got: “Dixwaizin ser navê ‘tazî’ bigirin. Ew jî dizanin ku peyva ‘sûc’ kiriye. Ka em ê bibînin wê pratika vî navî çiqas hatibe guhertin. Divê ev sepan bi temamî ji holê were rakirin. Muamaleyek bi zanebûn dikin. Bi vê guhertinê re rastiya xwe qebûl kirin. Guhertin eşkere dibêje ku ‘me lêgerîna tazî kiriye’. Heta guhertinek bi temamî nebe, wê rastiya vê lêgerîna tazî neqede. Guhertina navê ‘lêgerîna tazî’ ne çareserî ye. Divê ewilî ji bo çareseriyek rastî ji girtiyên ku bi vê sepanê re rûbirû mane û gel lêborîn were xwestin.”  

Yorumlar