24 Kasım 2026
Parlamenterê DEM Partiyê Omer Faruk Gergerlîoglu ku di çalakiya ji bo girtiyên nexweş de axivî, ragihand ku duh li girtîgeha Sîncanê girtiyekî din jiyana xwe ji dest daye û bang li Wezaretê Dadê kir ku derbarê vê yekê de daxuyaniyê bide.
Malbatên Girtiyên Nexweş, Komeleya Piştgirî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER), DEM Partî, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), çalakiya nobedê ya bêdem ku bi daxwaza berdana girtiyên nexweş û gihîştina mafê tenduristiyê li ber Wezareta Dadê dabûn destpêkirin, di roja 8an de didomînin. Hevserokên MED-TUHADFEDê Pınar Sakik Tekîk û Kerem Canpolat, parlamenterên DEM Partiyê û gelek kes tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de girsê bênavber dirûşmên “Girtiyên siyasî rûmeta me ne”, “Ji girtiyên nexweş re azadî” û “Rûmeta mirovahiyê dê îşkenceyê têk bibe” berz kir. Di daxuyaniyê de pankarta navê girtiyên nexweş û “Em ê deriyên zindanê bi berxwedanê vekin” hat vekirin.
Di çalakiya nobetê de parlamenterê DEM Partiyê Omer Faruk Gergerlîoglu axivî û ragihand ku duh li Girtîgeha Sîncanê girtiyekî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest daye û ev tişt anî ziman: “Em ji rêveberiya girtîgehê digerin dibêjin em tiştek nabêjin. Akin Gurlek kê dê daxuyaniyê bide. Were aşkera bike. Mustafa Tekînay ku mamoste bû û hat girtin piştî hat berdan careke din hat girtin. Hevjîna wî jî di girtîgehê de ye. Ew bi awayekî cinayetê jiyana xwe ji dest da. Lê em ji malbate hîn dibin. Tu çima heyî Akin Gurlek. Tu yî derbarê mirinek de daxuyanî nedî tu çima heyî. Akin Gurlek dê vê eşkere bike. Tu eleqeya wan bi edaletê tune ye. Ew Wezareta zilimkariyê ye.”
‘Ev sepan li dijî ruhê pêvajoyê ye’
Parlamenterê DEM Partiyê Yilmaz Hûn bi lêv kir ku ew 8 roj in ji bo berdana girtiyên nexweş di çalakiyê de ne û wiha got: “Girtiyên nexweş nikarin bigihêjin mafê tenduristiyê. Me çend hefte berê cenazeyê Tuncer Saglam girt. Newroz Bozkurt û Evîn Zapsû girtiyên nexweş û rewşa wan giran e lê nayên berdan. Em li her derê li dijî vê bêhiqûqiyê dengê xwe bilind dikin. Girtiyên 30 salan di girtîgehê de ne bi hincetên cûda cûda berdana wan tê astengkirin. Ev sepan li dijî ruhê vê pêvajoyê ye. Rêveberiyên girtîgehan weke ku pêvajoyek tune ye tevdigerin. Em bang li hemû saziyên mafê mirovan dikin ku piştgiriya çalakiyê bikin.”
‘Berpirsê rewşa girtiyê nexweş dewlet e’
Endama ÎHDê Nuray Çevîrmen jî destnîşan kir ku berpirsê rewşa girtiyên nexweş dewlet e û ev tişt anîn ziman: “Bêyî qanûn werin çêkirin girtiyên nexweş dikarin werin berdan.
Her wiha akademîsye Yasemîn Ozgun jî diyar kir ku divê girtiyên nexweş bên berdan û got ku ew ê heta berdana girtiyên nexweş dê têkoşîna xwe bidomînin.
Piştî axaftinan girse dest bi çalakiya rûniştinê kir.

























Yorumlar