27 Adar 2024

Mezopotamya

SÊRT – Parlementerê DEM Partiyê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû ku li navçeya Misircê axivî, anî ziman ku tu hêz nikare dengê kesên ku dibêjin “Berxwedan jiyan e” bibire û wiha got: “Em dibêjin ku kesê li ber xwe dide dê azad bibe û em jî li dijî hemû astengî û zordariyê li ber xwe didin.”

Parlementerê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlioglû di çarçoveya xebatên hilbijartinê de serdana bajarokên Comanî, Zoqeyd û navçeya Misircê ya Sêrtê kir. Gergerlîoglû li van deran serdana esnafan kir û ji bo namzetên partiya xwe piştgirî xwest. Gergerlîoglû li her cihê ku çûyê bi dirûşmeyên “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin, jiyan, azadî” hat pêşwazîkirin. 

‘EM BI DESTHILATEKE DU RÛ RE RÛ BI RÛ NE’

Gergerlîoglû ewilî serdana bajarokê Comaniyê yê girêdayî navçeya Xana Hawêl kir û li vir bi girseyî hat pêşwazîkirin. Gergelîoglû û girseyê bi hev re heta ber avahiya DEM Partiyê ya Comaniyê meşiyan û serdana esnafan kirin. Gergerlîoglû li ber avahiya partiya xwe axaftinek kurt ji girseyê re kir û da zanîn ku ew bi desthilateke du rû re rû bi rû ne. Gergerlîoglû, anî ziman ku li bajar û bajarokên Kurdistanê bi zimanê kurdî propagandaya xwe ya hilbijartinê dikin, lê gava di meclîsê de kurdî tê axaftin mîkrofonê digirin.Dû re derbasî bajarokê Zoqeydê yê girêdayî navçeya Misircê bû û li vir jî bi girseyê re serdana esnafan kir.

JI ZÎNDANAN SILAV ANÎ: BILA GELÊ ME SER BILIND BE

Piştre Gergerlîoglû derbasî navçeya Misircê bû û li vir jî bi girseyî hat pêşwazîkirin. Gergelîoglû li vir jî, ji girseyê re axivî û diyar kir ku wî silavên Gulten Kişanak, Fîgen Yuksekdag, Selahattîn Demîrtaş û hemû siyasetmedarên kurd ên dîl girtî aniye. Gergelîoglû, da zanîn ku Leyla Zanayê jî silav ji gelê Misircê re şandiye û wiha berdewamî da axaftina xwe: “ Hevalên me yên girtî li ser pêyan in û silavên xwe ji we re şandin. Hevalên me yên dîl girtî gotin ku ‘Em çawa li vir li ser pêyan in, bila gelê me jî li ser pêyan bin û ser bilind bin.’”

‘EM LI DIJÎ ZORDARIYÊ LI BER XWE DIDIN’

Gergerlîoglû diyar kir ku desthilat li dijî vîna gel her tiştî dike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Qeyûman tayîn dike têr nake, li dijî partiyên me dozên girtinê vedikin têr nake, doza kûmpasê ya Kobaniyê vekir têr nake, dixwaze me ji meclîsê derxîne dîsa têr nake. Ez jî demekê di çaxê nimêja sibê de girtim û birim girtîgehê. Lê em ku bi vîna gel çûne wê meclîsê dîsa ji wan girtîgehan derketin û niha jî li vir in. Ez û hemû hevalên xwe weke nûnerên vî gelî bi dil û can di meclîsê de dixebitin. Li hember vîna we ya ev qas xurt tu hêz nikare bisekîne. Tu hêz nikare dengê kesên ku dibêjin ‘Berxwedan jiyane’ bibire. Em dibêjin ku kesê ber xwe dide dê azad bibe û em jî li dijî hemû astengî û zordariyê li ber xwe didin.”

Piştî serdanan Gergerlîoglû derbasî navenda Sêrtê bû û dê piştî fitarê serdana malbatan bike.

Yorumlar