October 21, 2023

VOAEyyûp Demîr

Li hemberî şerê Îsraîl û Hemasê piraniya gelê Tirkîyê dijî Îsraîlê derdikeve. Kurd jî li Tirkîyê û herêmên Kurdan di vî warî de 2 cûre helwest nîşan didin.

Kurdên Îslamî yên radîkal wek Tirkan difikirin û raste rast piştgirîya Hemasê dikin. Dema derdikevin kolanan an jî li qadan çalakîyan dikin, ew pankert û durişmeyên wek “An Fîlîstînê rizgar bikin, an jî ji Umetê (Misilmanan) re derî vekin” û “Artêş biçin Aksayê” hildidin.

Hin Kurdên misliman û demokrat jî li hemberî mirinan derkevin jî lê di van çalakîyan de cî nagirin, ew dijî Îsraîlê nînin, bes dibêjin bila kes nemire.

Serokê Giştî yê Partîya Maf û Azadîyan (HAK-PAR) Duzgun Kaplan, şerê Îsraîlê û Hamas’ê ji Dengê Amerîkayê re rave kir. Kaplan, çareserkirina pirsgirêka Kurd û Filistînî li Rojhilata Navîn pirsgirêka sereke dîyar kir:

“Heta pirsgirêka Kurd û Filistînê neyê çareserkirin aramî jî nayê Rojhilata Navîn. Hemasê êrîşeke terorîstî li ser Îsraîlê anî. Ev wek êrîşeke DAÎŞ’ê ye. Gelek sîvîl di vê êrîşê de hatin kuştin. Em vê yekê şermezarî dikin.”

Duzgun Kaplan
Duzgun Kaplan

Kaplan, ragihand ku xwe parastin tiştekî rewa ye lê kuştina sîvîlan nayê pejirandin. Kaplan êrîşên Îsraîlê yê ser Xezayê wiha şîrove kirin:

“Mafê Îsraîlê ye xwe li hemberî Hemasê biparêze lê mafê Îsraîlê tunene ku Hemasê hincet nîşan bide û êrîşî Xezayê bike û sîvîl werin kuştin. Em vê yekê jî wek tiştekî terorîzmê dibînin. Li vê derê pêwîst e em Kurd hêza aşitîyê bigrin û daxwaza rawestana şer bikin.”

Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (HEDEP) jî yekser daxwaza rawestana şer dike. Parlementerê HEDEP’ê Omer Farûk Gergerlîoglu ji Dengê Amerîkayê re radigîhîne ku heke ev şerê Îsraîl û Hemasê neyê rawestandin wê hevkêşaya Rojhilata Navîn jî xirab bike û vî şerî biperikîne welatên din jî.

Omer Faruk Gergerlioglu
Omer Faruk Gergerlioglu

Wî got, “Ev şer pêkane ku hemû hevkêşeyan xirab bike. Heke Hizbullah an jî Îran bikeve nav vî şerî, wê gavê her tişt dê têkel bibe û şerekî herêmî derkeve. Em niha rojên gelekî metirsîdar derbas dikin. Lê mixabîn Îsraîl ji rê derketîye, welatîyên xwe mirov dihesibîne yên din di pola miroviyê de nabîne, bi kîn û nefretê êrîş dike.”

Partîya Doza Azad (Huda-Par) partîyeke Îslamî ya Kurd e. Ev partî di hilbijartinên 14 Gulanê de di bin perê Partîya Dad û Pêşketinê (AKP) de ketibû hilbijartinan û 4 parlementer wergirtibûn. Huda-Par yekser piştgirîya Hemasê dike û dijî Îsraîlê derdikeve.

Hêjayî dîyarkirinê ye ku Dengê Amerîkayê li ser vî şerê Îsraîl û Hemasê xwast ku nêrînê Huda-Par’ê jî bigre. Lê rayedarên wê got ku ew di vî şerê de dijî helwesta Amerîkayê ne û li ber vî jî naxwazin ku daxuyanîyekê bidin Dengê Amerîkayê.

Yorumlar