Enqere (Rûdaw) – Beriya hilbijartinan gelek caran mijara qeyûman dihat rojevê û dihat îdîakirin ku piştî hilbijartinan dê careke din qeyûm li ser şaredariyên HDPê werin tayîn kirin , lê niha 5 şaredariyên HDP bi biryara Desteya Bilind ya Hilbijartinan bêyî ku dest bi kar bikin ji wezîfeya şaredariyê bêpar man. Desteya Bilind a Hilbijartinan jî dibêje ji ber ku ew 5 şaredar berê bi biryarnameyan mafê karkirina wan ya fermî hatiye betal kirin.

Desteya Bilind  a Hilbijartinan a Tirkiyê biryar da ku belgenameyê nede 5 şaredarên HDP yên ku nû  hatine hilbijartin. Desteya Bilind ragihand ku her kesekî pêştir bi biryarnameyên di hikmê qanûnê de ji wezîfê hatibin dûrxistin nikarin bibin şaredar. HDP jî ji Desteya Bilind daxwaz dike ku li wan navçeyan hilbijartin werin dubarekirin.

Parlementerê HDPê Omer Faruk Gergerlîoglu  ji Rûdawê re diyar kir: “Em vê rewşê qebûl nakin. Niha destûra bingehîn tê binpêkirin. Xalên destûrê yên 10, 15, 67 û 76 niha bi aşkere tên binpêkirin. Xalên 67 û 76 di derbarê mafê berbijêriyê de ne û hukmên wan zelal in.”

Li aliyê din Desteya Bilind biryar da ku li şûna wan şaredarên kandîdê di rêza duyem de bibe şaredar ku her 5 navçeyan jî di rêza duyem de kandîdên Ak Partiyê hene.  Mijar heman demê di rojeve oposizyona sere CHPê de ye jî.

Cîgirê Serokê Fraksiyona CHPê Ozgur Ozel diyar kir: “Dema ku kesek dibe berbijêr, Desteya Bilind dibêje  her kaxeza xwe ya stûpakîyê bîne. Her kandîdek diçe li dadgehê belgeya xwe tîne eger tawanek hebe jixwe nabe kandîd.  Lê desteya bilind  dibêje ‘belê tu dikarî bibî kandîd wate mafê te heye werî hilbijartin’ yan na ji bo çi bûne kandîd?”

Aliyên nêzîkî hikûmetê û Ak Partiyê jî her tiştî li gorî yasayê dibînin û piştgiriya biryara Desteya Bilind a Hilbijartinan dikin.

Parlementera Berê ya Ak Partiyê Pinar Hacibektaşoglu dibêje: “Li gorî yasayê eger kesek bi biryarnameyeke di hikmê qanûnê de nikare bibe mamoste, heman demê nikare bibe şaredar jî. Desteya Bilind jî weke dadgeheke bilind li gorî vê yêkê biryar daye, biryar hemû partiyan bixwe ve digire ne tenê ji bo partiyekê ye.”

Li gorî biryara desteya hilbijartinan şaredariyên navçeyên Tuşba, Çaldiran û Artemêt ên Wanê, navçeya Tatos a Erziromê û bajarokê Dagpinar ê navçeya Dîgorê dikevin destê Ak Partiyê, li ser navçeya  Rezan a  Amedê jî heta niha biryara dawî nehatiye dan.

Rudaw

Yorumlar