09 Aralık 2020

RUDAW

Hewlêr (Rûdaw) – Di dema gotûbêjkirina budceya Wezareta Kultur û Geştyarî ya Tirkiyê ya sala 2021ê de, Parlamenterê Kocaelî yê HDPê Omer Faruk Gergerlioglu di gotara xwe de behsa budceyê nekir û li şûna vê mijarê behsa rewşa du ciwanên Tirk û Kurd kir û got, ew hewl didin xwîna Kurd û Tirkan nerije, lê “bi saya Hevpeymaniya Cumhur a AK Partî û MHPê, xwîna Kurd û Tirkan dirije.”

Omer Faruk Gergerlioglu di civîna parlamentoyê de got: “Ez behsa budceya geştyarî nakim di demekê de ku Wezareta Kultur û Geştyarî ya Tirkiyê berdewam peravan dike hotel û xelk ji wan peravan bêbeş kiriye. Ez behsa budceya wezareteke wiha nakim û behsa mijareke din bo we dikim.”

Gergerlioglu bal kişand ser gotara Cîgirê Serokkomarê Tirkiyê Fuat Oktay ku li parlamentoyê pêşkêş kiribû û gotibû rewşa Tirkiyê baş e.

Parlamenterê HDPê qala ciwanekî Tirk ê bi navê Muhammet Ali Taş kir ku di temenê 19 salî de bi tohmeta hewla darbeyê hatiye girtin û dema 5 sal e di girtîgehê de ye. Li gor axaftina Gergerlioglu, Duşema bihorî 4 karbidestên girtîgehê wî xortî êşkence dikin heta ji hişê xwe diçe û piştre jî ew xistine odeyeke bemirês.

Omer Faruk Gergerlioglu herwiha behsa ciwanekî Kurd ê bi navê Ozcan Onay kir ku li Colemêrgê ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê ve hatibû kuştin. Gergerlioglu da zanîn ku ew tawan hatiye veşartin û got, çavkaniya van hemûyan Hevpeymaniya AK Partî û MHPê ye.

Gergerlioglu got: “Ez dixwazim bibêjim; temaşe bikin ew zarok zarokên me ne. Yek Muhammet Ali Taş Tirk e, yê din Ozcan Erbaş Kurd e. Em dixwazin ew zarok şer nekin û di nav aştiyê de bin. Lê bi saya Hevpeymaniya Cumhur AK Partî û MHPê, xwîna Kurd û Tirkan dirije. Em hewl didin zilm li Kurd û Tirkan neyê kirin, yek cezayê zîndanê yê heta hetayê bo wî neyê dayîn û yê din jî neyê kuştin, em hewla wê yekê didin.”

Yorumlar