30 Kasım 2020

RUDAW

Hewlêr (Rûdaw) – Parlamenterê HDPê Omer Faruk Gergerlîoglu dibêje, “zindanîkirina Demîrtaş biryareke siyasî ye û Erdogan rijd e Demîrtaş di zindanê de bihêle.”

Parlamenterê Partiya Demokratik a Gelan (HDP) yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglu beşdarî bultena Rûdaw TVyê bû û behsa berdewamiya girtina Hevserokê Berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş kir.

Omer Faruk Gergerlîoglu dibêje ti peywendiya biryara girtina Demîrtaş bi hiqûqê nîne û bi gotina Gergerlîoglu, “Demîrtaş bi daxwaza Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan hatiye girtin. Proseyeke dadgehîkirinê heye ku tijî ye ji skandalan.”

Ew parlamenterê HDPê tekez dike ku doza li dijî Demîrtaş siyasî ye û amaje bi guşara Ewropayê û biryara Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê (DMME) dike bo azadkirina Demîrtaş û dibêje, “Lê mixabin tevî van hemû biryaran jî Erdogan paşde gav naavêje. Destûra Tirkiyê bi madeya 90emîn biryarên DMME nas dike, lê Serokomar Erdogan bi biryar e Demîrtaş di girtîgehê de bihêle.”

Derbarê çareserkirina Pirsa Kurd û rewşa siyasî li Tirkiyê, Gergerlîoglu tekez dike, “Bi salan e li Tirkiyê krîmînalîzasyon û terorîzekirin heye. HDP û partiyên berî wê bi salan e dibêjin, divê çareseriyeke aştiyane bo Pirsa Kurd bê dîtin. Lê her tim rûbirûriyê desthilatê tên û her tim hewl tê dayîn rê li ber vê yekê bê girtin.”

Di dewama axaftina xwe de ew parlamenterê HDPê behsa proseya çareserkirina Pirsa Kurd jî dike ku ji 2013an ta 2015an berdewam kir û dibêje, di wê serdemê de HDP wek mixatab hat qebûlkirin “hikûmet li gel HDPê ket nav lêgerîna bo çareseriyeke hevbeş û gelek caran hevserokên HDPê çûn Îmraliyê. Lê dema ew prose bi dawî hat careke din HDP hat terorîzekirin û hewl hat dayîn ji holê bê rakirin.”

Gergerlîoglu dibêje jî di çarçova jinûve destpêkirina zext û fişara zêde ya li ser HDPê piştî bidawîhatina proseya çareseriyê, “hewl tê dayîn HDP û Selahedîn Demîrtaş bên terorîzekirin, lê bi vê yekê nikarin bigihijin encamekê û partiya me jî hewl dide çareseriyeke aştiyane û demokratîk bo pirsa Kurd bê dîtin.”

Hevserokê Berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş ji sala 2016an ve li bajarê Edîrne yê Tirkiyê di zindanê de ye.

Yorumlar