25 Îlon 2020

MEZOPOTAMYA AJANSI

ENQERE – Parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû diyar kir ku Walîtiya Wanê dixwaze ser îşkencekirina Osman Şîban û Servet Tûrgût ên ji helîkoptêrê hatin avêtin bigire û ew ê daxuyaniya walîtiyê qebûl nekin û dest ji bûyerê bernedin.  Li navçeya Şaxê ya Wanê di 11’ê îlonê de eskeran Osman Şîban û Servet Tûrgût binçav kiribû, îşkence li wan kiribû û li nexweşxaneyê derket holê ku her du welatî ji helîkoptêrê hatine avêtin. Walîtiya Wanê têkildarî bûyerê daxuyaniyek dabû û mîna ku qet tiştek nehatibe serê her du welatiyan û gotibû li gorî qayde hatine binçavkirn.  

‘RÊBAZÊN SALÊN 90’Î TÊN DUBAREKIRIN’  

Parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû nerazîbûn nîşanî bûyerê da û diyar kir ku avêtina her du welatiyan ji helîkoptêrê wek sepana “dewleta polîsan” e û walîtî dixwaze ser bûyerê bigire. Gergerlîoglû anî ziman ku daxuyaniya walîtiyê bi derew û xeletiyan tije bû û got: “Qey meriv dibêje li wir bûyerek neqewimiye. Lê ne wisa ye. Ewilî tên îşkencekirin û pişt re ji helîkoptêrê tên avêtin. Bûyerek xeternak e. Ev rêbazên salên 90’î ne û ev rêbaz di roja me ya îro de tê dubarekirin. Walîtî dixwaze ser rastiya bûyerê biniximîne. Li Tirkiyê di demên dawî de îşkence û muameleya xerab û revandina însann di rojevê de ye. Li dijî kurdan konseptek tunekirinê hatiye destpêkirin. Em ê dest ji bûyera Wanê û bûyerên îşkence û revandina însanan bernedin. Em ê van bûyeran ji nêz ve bişopînin.”  

MA / Dîren Yûrtsever

Yorumlar