DENGE AMERİKA / Mem Botanî

Parlamanterê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) û endamê Komîsyona Mafên Mirovan ya parlamana Tirkîyê Dr. Omer Faruk Gergerlîoglu raporeke ser pandemîya COVID-19 û binpêkirinên mafên mirovan eşkere kir.

Di vê raporê de Gergerlîoglu di dema pandemîya COVID-19’ê de bal kişandîye ser binpêkirinên mafên karker û xebatkarên tendirustîyê.

Wî herwiha bal kişandîye ser binpêkirina mafê darizandin, azadîya ramanê, binpêkirinên li zindanan û tundîya polîsan û wî cîh binpêkirinên mafan yên dijî penaberan jî.

Di raporê de tê dîyar kirin ku heta niha jiber pandemîya COVID-19 bi sedan karker û xebatkarên saxlemîyê jîyanên xwe ji dest dane, lê ew ji neçarî dixebitin

Dîsa, tê îdia kirin ku jiber tedbîrên kêm û kiryarên xelet yên desthilata sîyasî, li zindanan jî hem binpêkirina mafan pêk tê hem jî zindanî jîyana xwe ji dest didin.

Parlamanter Gergerlîoglu di vê raporê de cîh dide negirtina tedbîrên bi bandor li kampên penaberan û navendên binçavkirinê jî.

Gergerlîoglu li ser vê raporê dibêje ku jiber sîstema antîdemokratîk û dijî hiqûqê binpêkirinên mafan ev salên dirêj in pêk tê û bi pandemîya COVID-19 jî binpêkirinên mafan zêdetir bû.

“Biryar û hewildanên demokrasî, hiqûq û darizandinên dadyane û çareserkirina pirsgirêka Kurd hwd. hatin terikandin. Jiber vê yekê jî pêvajoyeke ji salên bihurî xirabtir destpê kir. Bi hewildana darbeya leşkerî û rewşa awarte jî Tirkîye bû dewleta polîsan û binpêkirinên mafan zêdetir bû.”

Gergerlîoglu bawer dike ku pirsgirêkên heyî bi pevçûn û şer nayên çareserkirin û ewî banga vegera demokrasî û hiqûqê kir.

Yorumlar