21 Şubat 2021

VOA / Mem Botanî / Meha Duyem

Daîreya Cezayî ya 16’an a Dadgeha Bilind, 2 sal û 6 meh cezayê zindanê yê parlementerê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Kocaelî’yê Omer Faruk Gergerlioglu pejirand.

Jiber parvekirinên medya civakî yên Gergerlîoglu, Dadgeha 2’yan ya Cezayê Giran a Kocaelî’yê berîya parlamenterîya wî 21’ê Sibata 2018’an de bi tawana “Propaganda rêxistina terorê” 2 sal û 6 meh cezayê zindanê li wî hatibû birîbû û piştre jî dosya jibo Dadgeha Bilind hatibû şandin.

Parlementer Gergerlîoglu piştî vê biryarê li ser hesabê xwe yê Twitter’ê ragihand ku ev biryar bi temamî sîyasî û wiha got “Ev du sal û nîv in min hemû berpirsyarî û erkên xwe yên parlamenterîyê, jibo vî miletî anîn cîh. Bê cudakarî kê zilm dîtibe ez ligel wan bûm. Bersiva desthilatê jî ev bû.”

Gurkan Bîçen Parêzerê Gergerlîoglu
Gurkan Bîçen Parêzerê Gergerlîoglu

Parêzerê Gergerlîoglu, Gurkan Biçen jî biryara Dadgeha Bilind rexne kir. Wî dîyar kir ku di parvekirinên medya civakî yên Gergerlîoglu de ti suc tune ne.

Herwiha parêzer Bîçen dibêje ku piştî Gergerlîoglu wek parlementer hat hilbijartin wan jibo rawestandina darizandina dijî wî serlêdana dadgehê kiribû û lê ev daxwaz hatibû red kirin.

“Dema ku em di çarçoveya hiqûqê de lêkolîna biryara Dadgeha Bilind dikin, em dibînin ku di vî warî de ev biryar hema hema jî hemî biryarên din cudatir e û biryarên pêşîn paşguh hatine kirin.”

Dîsa parêzer Bîçen dîyar kir ku piştî xwendina biryara Dadgeha Bilind li meclîsê Tirkîyê parlementerîya Gergeroglu dê bikeve.

Parlementer Enis Berberoglu
Parlementer Enis Berberoglu

“Herî dawî Dadgeha Bilind dê dosyaya Gergerlîoglu vegerîne dadgeha temyîzê û ev dadgeh jî dê wê bişîne Dadgeha 2’yan ya Cezayê Giran a Kocaelî’yê. Piştre jî serdozgerîya Komarê wê bi cîh anîna cezakirinê bikeve dewrê. Jiber ku Gergerlîoglu hîn jî parlementer e meclîsa Tirkîyê wê were agahdar kirin. Piştî xwendina biryara Dadgeha Bilind li meclîsê Tirkîyê parlementerîya Gergeroglu dê bikeve.”

Parêzer Biçen herî dawî jî anî ziman ku ewên jibo betalkirina vê biryarê careke din serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn bidin.

“Biryara parlementer Enîs Berberoglu di vê wateyê de ji Gergerlîoglu jî minakek baş e û rê nîşan dide û ez bawer dikim ku li dadgehên Tirkîyê û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrupa (ECHR) wê Gergerlîoglu bêsuc bibine.”

Yorumlar