27 Mart 2020

Denge Amerika

Li zindanên Tirkîyê nêzî 300 hezar kesên girtî û cezabirî hene û rewşa wan jiber vîrusa korona careke din bû mijara nîqaşan.

Parlamanterê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Kocaelî’yê Omer Faruk Gergerlîoglu ji Dengê Amerîka re got ku li zindanên Tirkîyê vîrusa korona destpê kiriye û lê ev rewş ji alîyê revebirên Tirkîyê ve tê veşartin.

Omer Faruk Gergerlîoglu
Omer Faruk Gergerlîoglu

‘’Bi tedbîrên destpêkê li zindanan binpêkirinên mafan li asta herî jor e. Wekî Parlamanter herî zêde min serlêdana komîsyona mafên mirovan kir û binpêkirinên mafên li zindanan kirin rapor. Di vê qonaxê de, em difikirin ku vîrus li zindanan jî dest pê kiriye. Bûyer hene, lê em dizanin ku ev yek tê veşartin û nexweşan narêkin nexweşxaneyan. Niha ev mirovan bi binpêkirina mafê tendirustîyê re rû bi rû ne. Xizmên girtîyan jî li ser vê yekê pir pir ditirsin.’’

Herwiha Gergerlîoglu got, Bi gumana vîrusa korona hin kes jibo nexweşxaneyan hatine şandin. Gergerlîoglu sedema veşartina bûyeran vîrusa korona ya li zindanan jî wiha tîne ziman.

‘’Dixwazin vîrusê cudatir û ango nermtir nîşan bidin. Ya ku ez dibinim ev e. Mînak, ji gelek nexweşxaneyan hêjmara bûyerên ji daxuyanîyên wezîre tendirustîyê dîyar kirîne, zêdetir têne. Dîsa ji zindanan hin agahîyên koronayê têne, lê ez nafikirim ku li wir test hatibin kirin. Jiber ku girtî nikarin bi rehetî biçin nexweşxaneyê. Jiber vê yekê tecrîdek heye.’’

Gergerlîoglu dîyar dike ku li zindanan li jorî kapasîteya zindanan girtî dimînin û dibêje ku bi belavbûna vîrusa korona jîyana li zindanan wê xirabtir bibe.

Li alîyeke din jiber vîrusa korona û niha di rojeva Tirkîyê de paketa darazê ya 3’yan jî heye û dibe ku bi vê paketê cezayê hin girtîyan were kêm kirin û werin berdan. Gergerlîoglu dibêje Hikûmet jibo vê gavê dereng maye.

‘’Piştî vîrusa korona paketa darazê bi lez û bez hat derbaz kirin. Lê ev zagon dereng hat derbaz kirin. Lê di vê paketê de girtîyên sîyasî cîh nagirin. Ev nayê qebul kirin. Jiber ku hem bêyî hiquq, dijî zagonan hem jî bi sedemên sîyasî beşeke mezin girtîyên sîyasî hene. Û niha ev beş ji vê zagonê sûd wernagirin.’’

Gergerlîoglu di qedandina axaftina xwe de dîyar kir ku wî bi rêya parêzerê xwe bûyera vîrusa korona li zindana Sîncanê tespît kirîne û ji raya giştî re parve kiriye. Jiber vê yekê Dozgerîya Enqerê dijî wî lêpirsîn daye destpê kirin.

Yorumlar