30 Aralık 2020

MEZOPOTAMYA / Emrûllah Acar

ENQERE – Parlamenterê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû, giliyê Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû ku jê re gotibû, ‘terorîstê FETO’yî’ kir û doza tazmînatê lê vekir. Parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû, bi rêya parêzerê xwe Bişar Abdî Alinak, serî li Dadgeha Esliye Hiqûqê ya Nobedar a Enqewreyê da û giliyê Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû ku jê re gotibû, ‘terorîstê FETO’yî’ kir û derbarê wî de bi daxwaza 20 hezar TL’yî doza tazmînatê lê vekir. Derbarê serlêdana xwe de Gergerlîoglû ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û ev tişt gotin: “Min îro bi rêya parêzerê xwe doza tazmînatê li Wezîrê Karên Hundir vekir. Di heman demê de partiya min, Partiya Demokratîk a Gelan jî giliya wî kir. Me derbarê derew, neyînî, gef, hedefnîşandina wî ser pêvajoya hiqûqî da destpêkirin. Em dizanin ku ev hemû ji bo sergirtina lêgerîna tazî ne. Li Tirkiyeyê parastina mafê mirovan ne hêsan e, lê em ê parastina xwe ya mafê mirovan bidomînin. Em ê heta dawiyê mafê ferdên vî gelê biparêzin. Parlamenterî jî ev e jixwe. Tazmînata ku bigirim jî ez ê weke burs bidim zarokên kesên ku hatine mexdûrkirin. Bila ev jî ji bo kesên ku zilmê dikin bibe dersek.” 

Yorumlar