10 Ocak 2021

MEZOPOTAMYA AJANSI

ENQERE – Parlamenterê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû, Gokhan Gunduzê ku gardiyanan ew derp kiribû û milê wî şikandibûn ji Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul pirsî.  Di 27’ê gulana 2017’an de li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê, girtî Gokhan Gunduz, ji bo şermezakirina binpêkirinên mafan ên li girtîgehê li ber qantîna girtîgehê çalakiya rûniştinê li dar xistibû. Gardiyanan, mudaxaleyî Gundur kiribûn û bi derpkirinê milê wî şikandibûn. Parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû, şikandina milê Gunduz a ji aliyê gardiyanan ve bir rojeva meclisê û têkildarî mijarê bi daxwaza ku Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul bibersivîne pêşnûmapirsek da Serokatiya Meclisê.  Di pêşnûmepirsê de Gergerlîoglû, têkildarî mijarê çend pirsan Wezîrê Edaletê Gul kir û daxwaz kir ku Gul tekildarî mijarê daxuyanî bide û aşkera bike ku derbarê mijarê de lêpirsîn hatiye destpêkirin an na.

Yorumlar