17 Aralık 2020

MEZOPOTAMYA

ENQERE – Parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglu, bertek nîşanî tazîkirina kesên li midûriyeta polîsan di bin çavan de tên tazîkirin û îşkence li wan tê kirin da û got: “Bi navê sergirtinê hatin, lê îro mirovan tazî dikin.  Parlamenterên Partiya Demokratik a Gelan (HDP) yê Kocaeliye Omer Faruk Gergerlioglu, li meclîsê civîna çapemeniye li dar xist. Gergerlîoglu, têkildarî îşkence û pêkanînên binçavkirina li midûriyeta polîsan û wiha got: “Ez dixwazin ev bê hiqûqî û îstîsmar bi dawî bibe. Bi salan e ez van tiştan tînim ziman. Bi sedan caran min ev zagon anî rojevê. Lê tu tişt nekirin. Lê di 31’ê tebaxê de Polîsên Uşak’ê nêzî 30 xwendekarê Zanîngehê tazî kirin u îşkence li wan kir. Ev rewşa şermê ye.  Li ser medya civakî min bang li jinan kir. Min got heta hûn vê yekê qebûl bikin ev yek dê bidome. Piştre bi hezaran peyam hat. Gotin ’emê van pêkanînên qirêj bi dawî bikin.”  Yek ji peyamê wiha dibêje ‘Wekîlê min dema em ketin Girtîgeha Mugla em di lêgerîna tazî re derbas bûn. Ev ne karekî rûtin e. Heta cilê min ê binî danî û gotin rabe û rûnê. Ez jinek sergirtî me. Min nekarîbû tiştekî bêjim. Ez dikarim li dijî vê muameleyê serlêdana sûc bikim? Min got Serlêdan bike xwişka min bila her kes serlêdan bike. Îşkence sûcê mirovahiyê ye. Bi gotina “Sergirtinê” hatin, lê niha mirovan tazî drikin.” 

Yorumlar