18 Şubat 2021

MEZOPOTAMYA

ENQERE – Parlamenterê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû diyar kir ku hewldana malbatên 13 leşker û polîsan ne di xema îqtidarê de bû û got: “Divê her kes qebûl bike ku operasyona li Garê neserketî ye.”  Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglû li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist. Gergerlîoglû bersiv da hedef nîşandana ji bo xwe ya ji bo parvekirina wî ya derbarê 13 esker û polîsan de û got: “Min xemgîniya xwe belav kir û min got xwezî nehatibûna kuştin. Ji ber ku me qala aştiyê kir me kirin armanca xwe. Qey meriv dibêje me rê li ber mirina van însanan vekiriye. Min gotibû ev însan dikaribûn nemirina. Kî dera vê gotinê şaş e. Min li Meclîsê ji bo van însanan bang kiribû lê jiyana wan nehat rizgarkirin.”  

‘NE DI XEMA ÎQTIDARÊ DE BÛN’  

Gergerlîoglû bi bîr xist ku parlamenteran pêşniyazpirsan dane Meclîsê, serdana malbatan a bo Meclîsê û nameyên desteserkiriyan hatin paşguhkirin û got: “Hewldanên ji bo van însanan hatin kirin ne di xema îqtidarê de bû. Kes eleqedar nebû. Bersiva pêşniyazpirsên me nedan. Di encamê de cenazeyên van însanan hat. Divê her kes qebûl bike ku operasyona Garê neserketî bû. Em alîgirê jiyan û aştiyê ne. Tişta rast çi be em ê wê bêjin. Keviran jî li me bibarînin em ê dîsa rastiyê bêjin. Her tişt eşkere derket holê. Wezîr hatin Meclîsê agahî dan me, lê belê di esasê xwe îstîfa xwe dan. Operasyonek neserketî heye. Bila her kes viya qebûl bike.” 

Yorumlar