22 Şubat 2021

MEZOPOTAMYA

ENQERE – Parazvanên mafên mirovan têkildarî cezayê li Parlamenterê HDP’ê Omer Faruk Gergerlîoglu hatiye birîn civîna çapemeniyê li dar xistisin û gotin: “Em ê li cem hev bin. Em ê bi hevre têbikoşin.” Gergerlîoglu, jî ani ziman ku gelek parazvanên mafên mirovan di bin êrîşan de ne û got: “Dixwazin millet bêdeng bikin.” Parazvanên mafên mirovan têkildarî 2 sal û 6 meh cezayê li Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlioglu hatiye birîn, li Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) civîna çapemeniyê li dar xistin. Di civîne de Gergerlîoglu, Seroka Giştî ya Egîtîm Sen’ê Necla Kurulu, Endamê Înîsiyatifa Maf Kurtuluş Baştimar û Omer Atalan, Nûnerê Komeleya Dildarên Mafên Mirovan a Enqereyê Gunal Kurşun, endama Platforma Hevpar a Mafên Mirovan (İHOP) Feray Salman, Hevserokê KESK’ê Mehmet Bozgeyik, Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Oztürk Turkdogan, Nivîskar Baskin Oran û Serokê Giştî yê TÎHV’ê Metin Bakkalci ji di navde 28 parazvanên mafên mirovan amade bûn.  

TURKDOGAN: EM ÇIQAIS BAWER BIKIN EMÊ BI SER BIKEVIN 

Ewil Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan, anî ziman ku Gergerlîoglu endamê Komisyona Mafên Mirovan ê Meclisê ye û wiha got: “Ew hevalê min ê têkoşîna mafên mirovan e. Biryara der barê Gergerlîoglu de dane garabeta hiqûqê ye. Li dijî heq û hiqûqê ceza dan wî. Ji ber cezayê wî erê kirin talukeya ku wekîltiya wî bixin heye. Ji bo piştevaniyê em hatin cem hev. Em gelek tişt deyndarên wî ne. Têkoşîn mafên mirovan her dayîm e. Her ku em têbikoşin û em bawer bikin mafên mirovan dê biser bikeve.” 

‘EZ TÊM CEZAKIRIN’  

Parlamenterê HDP’ê Faruk Gergerlîoglu jî anî ziman ku ev êrîş li dijî mafên mirovan e û wiha got: “Ev raste rast li dijî mafên mirovan e. Dewlet û îqtîdar ji bo çareseriyê nêzîk nabe. Îhlalên neheq ên li dijî mafê Kurdan îro didome û li Tirkiyeyê belav bûye. Li ku kesên heq, hiqûq û azadiyê dixwazin ji aliyê îqtîdarê ve tên eciqandin. Ji ber ku em dibêjin ev pergal wisa nameşe me ceza dikin. Ez ji ber fikra xwe gelek carnan hatim îxrackirin.”  

‘DIXWAZIN MILLET BÊDENG BIKIN’  

Gergerlîoglu, heri dawî destnîşan kir ku ew karê gelek bi fazilet û erdem dikin û wiha bi dawî kir:  “Em mafê kesên din diparêzin. Em ji bo mafên hemû mirovan ên demokratik têdikoşin.  Gelek parazvanên mafên mirovan di bin êrîşan de ne. Dixwazin me bêdeng bikin. Dixwazin millet bêdeng bikin. Ez li Kocaelî bi 90 hezar dengan hatim hilbijartin. Ev skandal çend hefte berê li meclîsê pêk hat. Li ser navê Tirkiyeyê mijara şermê ye. Em serî li AYM’ê didin. Ez li meclîsê li dijî komîsyona mafên mirovan tekoşiyam. Gelek binpêkirin xistin bin cilê û veşartin. Ez linç kirim û gef li min xwarin. Em alîgirê mirovahiyê ne. Li dijî hezkirina me ya civaka demokratîk êrîş pêk hat.”  

BOZGEYIK: SURECÎN TAKİPÇİSİYİZ 

Hevserokê Giştî yê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk jî anî ziman ku ew de li cem têkoşîna mafên mirovan cih bigirin û wiha got: “Ji bo me girîng e. Omer Beg  bi KHK’ê hat îxrackirin. Vîna gel a bijartin û hilbijartinê xezp dikin.”   

ORAN: TU DÊ BIBE DÎROK  

Akademîsyen Baskin Oran jî wiha got: “Zanist, bawerî, duristî û biryar li cem te ye. Tu dê derbasî dîrokê bibe.”  

KURUL: EM Ê BI HEVRE BIMEŞIN’  

Seroka Giştî ya Egitim Senê Nejla Kurul jî anî ziman ku wan bi hevre wekî mexdûrên KHK’ê di heman platforman de xebat kir û wiha got: “Em di demên dijwar de derbas dibin. Em bi xebatên te kêfxweş in. Em dixwazin bêjin em li cem te ne. Em ê bi hevre bimeşin.”  Endamê Înîsiyatifa Maf Kurtuluş Baştimar û Omer Atalan, Nûnerê Komeleya Dildarên Mafên Mirovan a Enqereyê Gunal Kurşun, endama Platforma Hevpar a Mafên Mirovan (İHOP) Feray Salman û Serokê Giştî yê TÎHV’ê Metin Bakkalci jî piştgriya xwe anîn ziman û diyar kirin ku li cem wî cihê xwe digirin û dê bi hevre têbikoşin.

Yorumlar